Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê bi giranî êrişî çend deverên stratejîk ên Îranê kir.
Duh balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê êrişek giran li derdora santrala atomî ya Buşehr pêk anîn.
Hat diyarkirin ku balafirên şer navenda Sîber a Supayê Pasdaran a Îranê jî bombebaran kiriye.
Di nava rojê de jî balafirên şer ên Amerîka-Îsraîlê gelek caran li Tehran,
Esfehan, Tewrêz û Kirmaşan deverên cûda bombebaran kirin.



