Di seetên şevê de êriş li dijî baregeha Amerîkî ya li rojhilatê Sûriyeyê Qesrik hat kirin.
Li dijî vê êrişê alîkartiya Wezîrê Parastinê yê Sûriyê yê herêma Rojhilat Sîpan Hemo bertek nîşan da.
Sîpan Hemo got, ev êrişa duyemîne ku li dijî Baregeha Qesrik tê kirin.
Bi çar dronan ji axa Iraqê ve hate êrişkirin. Dron bêyî ku qurbanî çêbibin hatin xistin.
Sîpan Hemo Iraqê berpirsyar dît û bang kir ku pêşî li dûbarebûna êrişan bigrin.
Her wekî got, em girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiyê tekez dikin.



