Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re: Heta niha 1,5 Îmze hatine komkirin

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ragihand pêngava komkurina îmzeyan ku 9’ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, didome û heta niha 1,5 milyon îmze hatin komkirin.

9’ê Sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêngava komkirina îmzeyan destpêkir.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr têkildarî pêngavê axivî.

Mûnzûr ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di asta seferberiyê de kar tê kirin û got:

“Di çarçoveya kampanyayê de ku bala gel dikişîne, li nava malan, li saziyan îmze têne komkirin, stant têne danîn.

Heta niha 1,5 milyon îmze hatine komkirin.

Pêngava Îmzeyan wê 4’ê Nîsanê bidawî bibe berhevkirina wan radestî Konseya Ewropayê bêne kirin.”

Ferzende Mûnzûr: Name ji 11 Saziyên Tenduristî û hiqûqê re hate şandin

Ferzden Mûnzûr anî ziman ku têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên li dijî Rêber Apo ji 11 saziyên tendpristî û Hiqûqî re name şandin e û wiha pêde çû:

“Însiyatîfê CPT, HRW, KE, jî di nav de ji 11saziyên tenduristî û hiqûqî re name şand da ku ji bo rewşa hiqûqî û tendûrisî ya Rêber Apo bi erka xwe rabin.

Rêber Apo temsîla gelekî dike, çarenûsa siyasî diyar dike.”

Ferzende Mûnzûr: CPT li gorî Tirkiyeyê tevdigere

Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku şandeya CPT di navbera 13-22’ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kir, lê belê neçû Îmraliyê û got:

“Îmrali navenda êşkenceya herî giran e.

CPT li gorî berjewendiyên siyasî yên Tirkiyeyê tevdigere.

Di nava mehekê de zêdeyî çar caran li Marmarayê erd hejiya. Divê Rêber Apo karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne.

Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe.

Divê CPT wezîfeya xwe pêk bîne.”

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Back to top button