Ji rojnamevan Silêman Ehmed 132 agahî nayê girtin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 132 rojin agahî nayê girtin.
Bertekên li dijî revandina Silêman zêde dibe.
Rojnamevanên Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê derbarê revandina Silêman de axivîn û gotin:”Divê aliyên peywendîdar çarenûsa Silêman Ehmed eşkere bikin”

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 132 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnamevanên bajarokê Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê derbarê mijarê de axivîn.

Aram Şivan: Divê aliyên peywendîdar çarenûsa Silêman Ehmed ji raya giştî re eşkere bike

Rojnamevan Aram Şivan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê karê rojnamevaniyê neyê sînordarkirin û wiha got:

“Li Başûrê Kurdistanê azadiya raman tê sînordarkirin û ne di asta pêwîstiya rojnamevanan deye.

Divê ragihandin wek desthilata çaremîn rola xwe bilîze û xwedî li her derê derkeve.

Di dema borî de gelek rojnamevan ji ber karê rojnamevaniyê hatine girtin ku ev yek ji bo nav û dengê Başûrê Kurdistanê ne başe.

Pêwîste hemû rojnamevan werin berdan.”

Aram Şivan her wiha qala rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed kir û wiha axivî:

“Divê hikûmet û aliyên peywendîdar çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed ji raya giştî re eşkere bike û li gorî yasayên rojnamevaniyê nêzîkatî li gel bike.”

 Xalid Ehmed: Li herêmê, gelek rojnamevan rastî girtin, êşkencekirin, heta kuştinê tên

Rojnamevanek din ê Koyeyê Xalid Ehmed jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:

“Li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevanan dibin lêpirsînek cidî deye.

Gelek rojnamevan rastî girtin, êşkencekirin, heta kuştinê tên.

Bi giştî çend sal in rojnamevan bêyî biryara dadgehê û berovajî yasaya rojnamevaniyê têne girtin ku ev jî rewşeke metirsîdar çêkiriye.

Rêxistinên navneteweyî yên ku di warê azadî û mafên mirovan de kar dikin, gelek caran li ser van binpêkirinan hişyarî dane hikûmeta Başûrê Kurdistanê, lê mixabin guh nedane wan.

Ger rojnamevanek sûcdar jî be, divê çarenûsa wî diyar be û nabe bêyî tiştekî bikeve girtîgehê.”

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed 130 rojin agahî nayê girtin

Back to top button