Li Efrînê 3 welatî hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li Efrînê 3 welatiyên din hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ‘polîsên sivîl’ û îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî heman çavkaniyan, navên kesên hatine revandin wiha ne: Ebdurehman Şeref (62), Salan Dilo (58) û Ziyad Şeref (49).

Li Efrînê ku ji 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên kuştin, revandin, qirkirina xwezayê, talankirin û guhertina demografiyê dewam dikin.

Dagirkeran di Sibata îsal de li Efrînê 4 kes kuştin, 27 kes revandin û 800 dar birîn.

Di Çileyê de 4 kes kuştin û zêdetirî 50 kes revandin.

Li Efrînê meha Sibatê: 4 welatî hatin kuştin û 27 jî hatine revandin

Back to top button