Talîban: Me cenazeyê lîderê El Qaîde Zevahîrî nedit

Kuştina lîderê El Qaîde Zevahîrî careke din ket rojevê.
Amerîka her çiqasî ragihand ku wan Zevahîrî li paytexta Efxanistan Kabulê kuştiye jî lê daxuyaniyên rêveberiya Talîbanê cîhan matmayî hişt.
Talîbanê ragihand ku li cihê Amerîka qala wê dike de, cenazeyê Zevahîrî ne hatiye dîtin.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd got,

Tevgerê cenazeyê lîderê El Qaîde Qaîde Eyman ez Zewahirî nedît.

Amerîka meha borî ragihandibû ku piştî êrîşa li paytexta Efxanistan Kabulê, Zawahîrî hatiye kuştin.

Li gor nûçeya Reutersê, rayedarên Amerîkî ragihandine ku Washingtonê di Tîrmeha borî de Zewahirî dema ku li eywana mala ku xwe tê de veşartibû, bi mûşekeke firokeya bêmirov a çekdar hatiye kuştin.

Piştî kuştina Usame Bin Ladin, ev operasyon derbeya herî giran ya li Tevgera El Qaîde hatî xistin bû.

Back to top button