Gelê Qendîlê êrişên PDK’ê yên li ser gerîla şermezarkirin

Êrişên PDK’ê yên li ser Gerîlayên Kurdistanê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li Binarê Qendîlê hate şermezarkirin.

Xelkê Binarê Qendîlê ji bo şermezarkirina êrişên PDK’ê yên li ser Gerîlayên Kurdistanê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk ya dagirker re li gundê Bokrîskan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk metirsiyeke cidî li ser gelê Kurd, Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn çêdike û hate gotin:

“Kurdistan niha di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û çarenûsa gelê me di vê qonaxê de tê diyarkirin.

Tevî vê yekê jî PDK û malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk agir bi Kurdistanê dixin.

Li gel dijminên bav û bapîrê me dikevin nave peywendiyên qirêj û kirêt.

Xiyanet û nokeriyê dikin û dibin hevkarê dijmin û vê yekê jî bi awayekê pir zelal û eşkere dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê tevayî gelê Kurd û aliyên siyasî bi awayekê eşkere li dijî xeta xiyanetê bibin xwedî bertek.

Gelê herêmê li dijî êrişên PDK ên li dijî gerîlayan bertek nîşan dan

Back to top button