Ji bo wergirtina fidyeyan çeteyan li Efrînê 16 welatî revandin

Çeteyan 16 welatiyên ji navçeyên Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê revandin û di berdêla berdana wan de pere li wan ferzkirin.

Ajansa ANHA’ê ragihand ku çeteyên ‘Sultan Silêman Şah’ 15 welatiyên navçeya Mabeta bi hinceta ku bazirganiya simaqê dikin, revandin.

Çeteyan di berdêla berdana wan de, her kesek 100 dolarên Amîrîkî ferz kirin.

Her wiha çeteyan gef li malbatên girtiyan xwar ku eger fideye neyê dayîn ew ê girtiyan bişînin zindanên dewleta Tirk.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Hisên Silêman 48 bi hincetên derew revand.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê bi kirinên xwe ên weke dizîn, talankirin û revandinê hewl dide Efrînê ji şêniyên wê yên resen vala bike.

Back to top button