Meclisa Gelan û Baweriyan piştgirî dan pêngava azadiyê

Roj bi roj piştgirî û tevlîbûna nava pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” mezintir û xurtir dibe.
Meclisa Gelan û Baweriyan a Mezopotamya, sazî û kesayetên olî piştgiriya xwe ji pêngava navneteweyî ragihandin.

Meclisê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe a ji pêngavê ragihand.

Meclisê diyar kir ku armanc û projeya ku ronakbîr Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û biratiya gelane.

Ji 25 salan ve dîl hatiye girtin û li ser tecrîdeke giran hatiye ferzkirin ruxmî ku li ev binpêkirin li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne.

Bi milyonan pêkhate û gel bi fikr û felsefeya Rêber Apo bawer dikin û ji bo xwe wek hêviyekê dibînin.

Meclisa Gelan û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sazî û kesayetên olî li ser bingeha baweriya wan bi azadiya mirov, mafê gelan di jiyanê de, ragihandin ku tevli Pêngava Navneteweyî ya ji bo Azadiya Rêber Apo dibin.

Dawiyê bang li rêxistinên navneteweyî, olî, Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê kirin ku destwerdanê bikin û Rêber APO serbest berdin.

Xwendekarên Kobanê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Back to top button