Vê sibehê dagirkeriya tirk careke din êrişî deverên enerjiyê yên bajarên kantona Cizîrê kir.
Di kêmtirî 24 saetan de ev cara duyemîn e ku dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya bajarê Qamişloyê dike hedef.
Duh bi êvarê jî heman stasyon bombebaran kiribû.
Ev stasyon ji 25`ê Kanûna 2023`yan ve ji ber êrişan rawestiyabû.
Dagirkeriya Tirk vê sibehê li naverasta Qamişlo malek bombebaran kir
Her wiha dagirkeriyê maleke li naverasta Qamişlo bombebaran kir.
Mala ku hatiye bombebarankirin li nêzî Çerxerêya Sonî û sûka navendî dikeve.
Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî bûne.
Dagirkeriya Tirk depoyên çaksazkirina Petrolê li Rimêlanê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker depoyên çaksazkirina bîrên petrol û stasyona kehrebê ya li bajarokê Rimêlanê bombebaran kirin.
Dagirkeriya Tirk stasyona Ewdê li Tirbespiyê bombebaran kirin
Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona Ewdê ya petrolê û stasyona kehrebê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê jî bombebaran kirin.
Dagirkeriya Tirk vê sibehê stasyona Kehrebeyê ya navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir
Li navçeya Dirbêsiyê jî balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê bombebaran kir.
Stasyona ku hatiye hedefgirtin, li başûrê navçeya Dirbêsiyê ye.
Li navçeya Dirbêsiyê holeke dawetan hate bombebarankirin
Dîsa li navçeya Dirbêsiyê li gundê Etêşan holeke dawetan bombebaran kir.
Dagirkeriyê navenda Tifla ya Safîkirina Sotemeniyê ya Dêrikê bombebaran kir