Li Şehba, Qamişlo û Kobanê merasîmên şehîdan hatin lidarxistin

Li Şehba, Qamişlo û Kobanê merasîmên oxirkirin û sersaxiyê yên şehîdan hebû. Şêniyên ku beşdarî merasîman bûbûn diyarkirin ku dê li ser şopa şehîdên xwe bin û xaka xwe biparêzin.

Îro li Şehba bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Fayîq Efrîn û hevalên wî bû.

Şehîd Fayîq Efrîn tevî 4 hevalên xwe di 24’ê Îlona 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.

Di merasîma xiyabî ya ku li pêşiya mala şehîd bû, li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Menel Şêxo axivî..

Menalê got: “Em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin, bila dijmin baş bizane ku em li pişta hêzên xwe û gerîla ne.”

Li ser navê Kongra Star jî Emîne Silêman diyar kir ku zarokên wan canê xwe dikin qurbana doza xwe da ku bikarin azad bijîn.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Qamişloyê jî merasîma oxirkirina şehîd Dilxwaz Agir ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, hat lidarxiswtin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û işaret bi êrişên li ser herêmê hat kirin.

Di dawiyê de şehîd Dilxwaz di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

Li Kobanê jî gel berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Biharîn Kendal ku li herêmên parastina Medya şehîd bûbû û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û qale berxwedana li hember dagirkeriya Tirk kir.

Back to top button