Rêjeya hejariyê li Iraqê gihiştiye ji sedî 25

Berdevkê Wezareta Plandanan ya Iraqê ragihand ku li Iraqê rêjeya hejariyê gihiştiye nêzî sedî 25 û hejmara hejaran ji 10 milyon kesî zêdetir bûye.

Berdevkê Wezareta Palandanan ya Iraqê Ebdulzahre Hîndawî diyarkir ku li qonaxa yekem ya serhildana vîrûsa coronayê ya di nîvê sala 2020’an de, rêjeya hejariyê li Iraqê zêde kiriye.

Ebdulzahre Hîndawî dazanîn ku ev rêje gihiştibû sedî 31.7’an û pişt re careke din daketiya ji sedî 24.8.

Hîndawî li ser serjimêriya giştî ya niştecihan jî ragihand ku amadekariyên wan dewam dikin û got;

Ger nexweşiyên Coronayê kêm bibin û budceye pêwîst were pêşwazî kirin, wê çêbibe, ger ev pêkneyên encamdana serjimêriyê zehmete.

Hejariya ku heyî li Iraqê jî xwepêşandan û pevçûnên navxweyî zêde dike.

Li Bexda û 4 parêzgehên din ên Iraqê li dijî kuştina çalakvanan û qedexeya hatinûçûnê xwepêşandan didomin.

Xwepêşandêr daxwaza cezakirina bikujên çalakvanan, îstifaya berpirsên xwecihî û derfetên kar dikin.

Li Necefê careke din xwepêşandêr li dijî hikumetê çalakiyek lidarxistin.

Back to top button