Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî qurbaniyên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn.

Rêxistinên HDP’ê li bajar û navçeyên Amed, Êlih, Edene, Hatay, Antalya, Mêrsîn û Şirnexê bi daxuyaniyan qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku yên komkujiyan ser Kurdan dike dawiya wan wê mîna ya Sadam Hisên be.

Hat bangkirin jî ku bila komkujiya Helebceyê ji bo Kurdan bibe hinceta yekîtiyê.

Rêxistinên HDP’ê gotin ku wê bersiva li dijî hemû komkujiyan wê berxwedan be û wê li her derê tekoşîna azadî, aştî û edaletê bilind bikin.

Li Enqereyê jî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî qirkirina li bajarên Kurdan bi taybetî ya li Helebceyê daxuyaniyeke şermezariyê da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 1983 û 1991’ê de di encama polîtîkaya rejîma Sadam Hisên li Iraqê bi sed hezaran Kurd hatin kuştin.

Back to top button