Wezîrên Karê Derve yên NATO wê bi mijara Efxanistan û Iraqê civîneke rûbirû li dar bixin

Wezîrên Karê Derve yê welatên endamê NATO wê bi mijara Efxanistan û Iraqê civîneke rûbirû lidar bixin.

NATO têkildarî civînê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku wê civîn 23-24’ê Adarê li navenda NATO ya Brukselê pêk were.

Wezîran beriya niha bi rêya vîdeo konferansê civînên xwe lidarxistin.

Piştî salekê cara yekê ye ku wê wezîr bi awayekî rûbirû wê li hev bicivin.

Di jimarake kêm de jî be rê hatiye dayîn ku rojnamevan civînê bişopênin.

Beriya civînê bi 72 saetan ji rojamevanan encama testa PCR were xwestin.

Di civîna wezîrên derve yên NATO de, mijara sereke Efxanistan û Iraq e.

Beriya niha di meha Sibatê de, Wezîrên Parastinê yên NATO civiyabûn.

Mijara sereke ya civînê peymana DYA bi Talîbanê ku wê heta 1’ê Gulanê hêzên xwe ji welat vekişe bû.

Lê heta niha NATO biyara vekişîn yan jî mayîna hêzên xwe ya li welat nedaye.

Back to top button