“Divê dadgeha cezayên navdewletî li dijî sûcên dagirkeriyê bi rola xwe rabe”

Parêzer Cibrayîl Mistefa li ser sucên şer yên dewleta Tirk ku li Efrînê dide meşandin axivî.
Cibrayîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Efrîna dagrkirî her cûreyên sûcên dermirovî dike.
Divê Dadgehên Cezayê Navdewletî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bi rola xwe rabe.”

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê dagirkerî û hovîtiya xwe didomîn e.

Parêzer Cibrayîl Mistefa derbarê kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê axivî.

“Dewlta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan bê nasname bihêl e”

Parêzer Cibrail diyar kir ku artêşa dagirker bi sûcên xwe dixwaze gelê Kurd tune bike û got:

“Dagirkeriya Tirk bi rengekî sîstematîk sûcan li Efrînê dike û dixwaze kurdan bê nasname bihêl e.

Li gorî raporên rêxistinên navdewletî û mafên mirovan û komîteya lêkolînên navdewletî yên serbixwe ji bo Sûriyê, hat diyarkirin ku sûcên li Efrînê tê kirin sûcên şer in.

Ev sûc û kiryar jî dermirovîne û divê Dadgeha Cezayên Navdewletî li dijî van sûcan bi rola xwe rabe.”

 “Darikeriya tirk dixwze zarokên efrînê li ser fikrê daiş’ê perwerde bike”

Cibrayîl Mistefa destnîşan kir ku dagirkeran gelek kiryar û bi awayekî hovane li dijî Efrîn û welatiyên Efrînê kirin û wiha domand:

“Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şûnwarên bajarê Efrînê dizîn û erdnîgariya wê wêran kirin.

Dewleta Tirk zêdetirî 7 peymangehên olî ava kirin da ku zarokan li ser fikrê çeteyên DAIŞ’ê hîn bike.

Her wiha guhertina navên gundên Kurdan, zimanê Tirkî li dibistanan û pereyên Tirkî jî hate ferzkirin.

Armanca dagirkeriyê ji van sûcan jî ew e îradeya gelê Efrînê bişkîne û teslîm bibin.

Tirkiye hemû pîvanên û qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Cibrayîl Mistefa: Divê li dijî sucên şer yê dewleta Tirk helwest û biryar bên girtin

Cibrayîl Mistefa derbarê cezayên ku ji aliyê dadgehên çeteteyên dewleta Tirk ve tê standin ev tişt got:

“Piştî şeş salan ji dagirkirina bajarê Efrînê ji bo dewleta Tirk heta niha ti biryareke cidî ji aliyê civaka navdewletî ve nehatiye standin.

Divê li dijî sûcên şer yê dewleta Tirk helwest û biryar bên girtin.”

Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin

Back to top button