QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine

QSD’ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên wan li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandin ku çeteyekî DAÎŞ’ê li Reqayê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me di çarçoveya girtina bermahiyên şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê de, duh li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê ji bo girtina çeteyekî rêxistina terorîst li dar xist.

Di encamê de li Taxa Ekrad li bajarê Reqayê terorîstê bi navê Ebdulrezaq Mehmûd Zebkê hat girtin.

Terorîstê hatî girtin ji bajarê Babê yê di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ye.

Endamê terorîst ê hatî girtî berpirsê belavkirina çekan li şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst ên li bajar û gundewarê wê ye.”

QSD’ê di dawiyê de diyar kir ku ew ê xebatên serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst bidomîne heta herêmê ji wan paqij bike û aştiya navxweyî ya li herêmê biparêze.

Back to top button