Amerîka-Îngilîstanê li Deryaya Sor bersiv dan êrîşên Husiyan

Di van demên dawî de hêzên Hûsî li Yemenê li dijî keştiyên bazirganiyê yên ku bi Îsraîlê re di nava hevkariyê de ne gelek çalakî lidarxistin.
Hêzên Hûsyan hewil didin ji bo piştgiriya Xezayê rêkên tîcarî yên Îsraîlê rawestînin.
Li dijî vê jî Pentagonê “Hêza Peywira Deryayî” ya navneteweyî ava kiriye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên wan 18 balafirên bêmirov û 3 fuzeyên dijî keştiyan li Deryaya Sor xistin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) encama êrişê hêzên Hûsiyan û bersivdana hêzên wan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA’ê û Îngilîstanê 18 balafirên bêmirov û 3 moşekên Hûsiyên Yemenê ku avêtine Behra Sor xistine xwarê.

Ev daxuyanî li ser hesabê X’ê yê CENTCOM hate parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çalakiya ku pêkhatiye de tu ziyan neghiştiye hêzên DYA’yê.

Li gorî daxuyaniyê ji 19’ê Mijdarê û vir ve ev 26’emîn êrişa Hûsiyan e ku li dijî keştiyên bazirganiyê dike.

18 balafirên bêmirov û 3 moşekên Hûsiyan xistin xwarê

Piştî êrişên vê dawiyê yên Hûsiyan li Yemenê li dijî keştiyên bazirganiyê yên ku bi Îsraîlê re di nava hevkariyê de ne gelek şîrketan biryar dan ku seferên xwe yên li Deryaya Sor rawestînin.

Ev çalakiyên Hûsyan yên li dijî Îsraîlê jî ji bo piştgiriya Xezayê tên kirin.

Di 6’ê Kanûna 2023’an de, Amerîkayê ragihandibû ku li dijî êrişên hêzên Hûsî yên li Yemenê ew ê tedbîrên pêywîst bigirin.

Amerîkayê diyar kir ku ew ê “Hêza Peywira Deryayî” ya navneteweyî ava bikin.

Ji xwe di 18’ê Kanûnê de Pentagonê avakirina hêzeke leşkerî ragihand.

Ji ber vê ev hêza deryayî li dijî êrişên Hûsiyan di nava tedbîran de ne û hewil didin êrişan rawestînin.

Husiyan gef li Amerîkayê xwarin

Back to top button