KCK’ê, KONGRA GEL, KNK’ê û DEM Partî êrişên ser Rojava şermezarkirin

KCK’ê, KONGRA GEL, KNK’ê û DEM Partî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin armanca êrişan tunekirina destketiyên gel û şoreşa Rojava ye.
Li dijî êrişan jî banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.

Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, Konseya Rêveber a KNK’ê û Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partî bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin.

“Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre êrişî gelê Kurd dike”

KCK’ê diyar kir desthilata faşîst a AKP û MHP’ê ji bo têkçûna xwe ya li dijî gerîla veşêre êrişî gelê Kurd dikin, komkujiyan pêk tînin û wiha got;

“Bi êrişên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê hewl dide plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne.

Di êrişên du rojên dawî de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

Cih û warê jiyanê yê gel, stargeh û navendên hilberînê hatin bombekirin.

Van êrişan durûtî û sextekariya dewleta Tirk û desthilata AKP’ê careke din nîşan dan. Hate dîtin ku tiştên li Rojava û li Xezayê têne kirin, tu cudahî di navbera wan de nîne.”

KCK: Divê Kurd û dostên xwe li dijî êrişan berxwedanê mezin bikin

KCK’ê diyar kir armanca dewleta Tirk ew e ku Rojava dagir bike, şoreşa Rojava tasfiye bike û statuya gelê Kurd ji holê rake û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişan berxwedanê mezin bikin.

KONGRA GEL: Divê li herderê xwedî li Rojava bê derketin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî diyar kir dewleta Tirk bi êrişan ser Rojava û binesaziyên gel sûcê şer dike û wiha got,

“Koalîsyona Navnetewî û hêzên ku li hemberî van êrişan bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne.

Desthilata Erdogan ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe li Rojava êrişî sivîlan dike.”

KONGRA GEL bang li gelê Kurd kir ku li herderê li dijî êrişan rabin ser piyan û destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin.

KNK: Bêdengiya li dijî êrişên ser Rojava nayê qebûlkirin

Konseya Rêveber a Kongra Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê jî bal kişande li ser kuştina sivîlan ya ji ber êrişan û wiha got,

“Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan, li Rojava êrişî nexweşxane, dibistan, mizgeft û kargehên xizmetê dike û sivîlan û gelê herêmê hedef digire.

Ev êriş li dijî hiqûq û peymanên navdewletî ne û bêdeniya Koalîsyona Navnetewî û saziyên mafên mirovan bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

DEM Partî: Êrişên li ser deverên sivîlan sûcê şer e

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê jî diyar kir bi êrişên li ser deverên sivîlan yên li Rojava sûcê şer tê kirin.

DEM Partî diyar kir armanca êrişên ser Rojava û binesaziyên jiyanî yên gel dijminatiya li dijî Kurdan e û got,

Divê ev êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê demildest bên sekinandin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navnetweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

MSD: Em bang li civaka navdewletî dikin ku ji Tirkiyê hesab bipirsin

Back to top button