HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Li Zapê di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerekî din yê dagirker hate kuştin.
Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên ku tevli Operasyona Şoreşgerî bûn, pîroz kir û got: Gerîla careke din serweriya xwe ya li hemberî artêşa dagirker ispat kir.
KCK da zanîn çalakiyên gerîla wê dewam bikin û hişyarî da hêzên PDK’ê ku xwe ji çeperên arteşa Tirk dûr bixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên Gerîlayan yên navbera 21-26’ê Kanûnê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê da zanîn 21’ê Kanûnê li herêma Metîna li dijî dagirkerên ku hewl dan bi teqemeniyên qedexekirî êriş bikin, destweran hate kirin.

Di encama destwerdana bi rêbaza sabotajê a gerîlayan de, çeka kîmyewî bi dagirkeran ve teqiya û xwe vekişandin.

25’ê Kanûnê li herêma Rojavayê Zapê jî gerîlayan bi taktîkên cûda gelek caran li arteşa Tirk a dagirkerdan.

Leşkerekî dagirker ku bû hedefa sekvanên gerîla, hate ceza kirin û çeperekî jî hate derbkirin.

Têkildarî êriş û sûcên arteşa Tirk jî HPG’ê eşkere kir ku çeperên şer ên li herêma Metînayê 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha herêmên Garê, Xakurkû, Zap Metîna jî 13 caran bi balafirên şer û gelek caran bi topan hatin bombekirin.

KCK’ê gerîlayên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê operasyona şoreşgerî kirin, pîroz kir

Li aliyê din Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî kirin, pîroz kir.

Gerîlayan 22 û 23’ê Kanûna 2023’an li Xakurkê, Metîna û Zapê di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de, di nav de gelek payebilind 88 leşkerên dagirker cezakirin.

KCK: Gerîla careke din artêşa dagirker bi rengekî giran têk bir

Ji ber van çalakiyên serketî KCK’ê hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê ku tevlî çalakiyan bûne ji dil pîroz kir û wiha got:

“Li dijî gef û êrîşên şefên faşîst ên dijminê Kurdan, gerîla di sibeh, êvarê û şevê de bi ser artêşa dagirker ve çûn û derb lê xistin. Bi van çalakiyan re gerîla careke din artêşa dagirker bi rengekî giran têk bir, serweriya xwe ya li hemberî artêşa dagirker ispat kir.”

KCK’ê diyar kir bêguman di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên gerîla wê dewam bikin û got:

Bila her kes bi vê zanibe û li gorî vê yekê tevbigere.

KCK: Divê pêşmerge helwesta PDK’ê qebûl neke ku xizmetê ji qirkeriyê re dike

Lewra KCK’ê hişyarî da PDK’ê ku bi her awayî hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk dike û dawiyê ev bang lê kir:

Helwesteke bi vî rengî xizmeta ji bo qirkirina Kurdan e û nayê qebûlkirin. Divê pêşmerge jî vê helwestê qebûl nekin. Em ji vir bang dikin, bila pêşmerge ji çeperên artêşa Tirk dûr bikevin, xwe jê vegirin.

Back to top button