Li dijî dagirkerên Tirkiyê operasyonên şoreşgerî yên gerîla

Hêzên Gerîla duh piştî nîvro li Girê Amediyê û Kurojahro yên li herêma Zapê li dijî kozîk û çeperên artêşa Tirk a dagirker operasyona şoreşgerî pêk anîn.
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de, li Girê Amediyê û rojavayê Zapê bi giştî 52 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir 3 gerîla jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Di encama van operasyonan de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwarin û windahiyên mezin dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên şoreşgerî yên li Girê Amediyê û Rojavayê herêma Zapê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

HPG: Artêşa Tirk hejmara kuştiyên xwe vedişêre

“Hêzên gerîla bi ruhê fedayî û bi wêrekiyeke mezin operasyonên şoreşgerî pêk tînin.
Di çalakî û operasyonên şoreşgerî de 22 û 23’ê Kanûnê li Metîna, Xakurkê, Zapê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin û gelek windahî dan.
Tevî ku windahiyên artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve bi belge û agahiyan hatine eşkerekirin jî, lê artêşa dagirker û medyaya wê ya şerê taybet hejmara kuştiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê vedişêrin.
Di van operasyonên şoreşgerî de tenê sê hevalên me şehîd bûn. Nûçeyên ku dibêjin hêzên me windahî dane derew in û divê gelê me ji van nûçeyan bawer neke.”
HPG’ê têkildarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş û Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê jî ev agahî parve kir:

“Li girê Amediyê ya herêma Zapê 34 leşkerên Tirk hatin kuştin”

“23’ê Kanûnê di saet 14.40’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyona şoreşgerî hat lidarxistin.
Di vê operasyona şoreşgerî de, 200 leşkerên dagirker, 44 çeper û kon, tank û panzer hatin hedefgirtin ji 7 aliyan ve li wan hate xistin.
Di vê operasyona bi pêşengiya hevrê Welat, Helmet û Huseyîn de, 34 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Hevrêyên me Welat, Helmet û Huseyîn heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

“Li girê Kurojahro yê Zapê 18 leşkerên dagirker hatin kuştin”

HPG diyar kir,
Heman rojê saet 17’an jî li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li hemberî dagirkerên li ser du giran ji sê baskan ve Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş hate destpêkirin.
Gerîlayan bi çekên otomatîk û bombeyên destan li kozîk û çeperên dagirkeran xistin.
Di van çalakiyan de jî 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, yek birîndar bû û hêzên gerîla çûn ser cenazeyên 3 dagirkeran.
Her wiha 9 çeper û 8 konên dagirkeran hatin rûxandin û hejmareke zêde çek jî ketin destê gerîlayan.
Bi vî awayî bi giştî li Herêma Zapê 52 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Dawiyê HPG’ê ragihand ku qadên girêdayî Qendîl û Xakurkê 6 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Back to top button