HPG derbarê çalakiyên doh yên li Zapê pêk hatine daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Xakurkê û Metîna derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist, roja piştî wê jî li Zapê 34 dagirker ceza kirin. HPG’ê diyar kir ku 3 gerîla şehîd bûn.

Li herêmên parastina medyayê peyhev agahîyên têkbirina artêşa tirk a dagirker tên.

Pîştî çalakiyên Xakurkê, Metîna vê carê gerîla ragihand ku li Zapê derbekî mezin li dagirkeran xistine.

Doh hatibû ragihandin ku gerîla li herêmên Kurojahro û girê Amediyê yên Herêma Zapê li dijî leşkerên dagirker operasyoneke şoreşgerî pêkanîne.

HPG: Hêzên me doh li girê Amediyê di 7 milan de operasyonek şoreşgerî pêk anî

Navenda Ragihandina giştî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê derbarê operasyona şoreşgerî ya Girê Amedî yê herêma Zapê de ev agahî da..

Hêzên me 23’ê Kanûnê ji 7 milan ve li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyona şoreşgerî pêk anî.

HPG: Di encama vê çalakiyê de 34 dagirker hatin kuştin

Di vê operasyona şoreşgerî de; 200 dagirker, 44 çeper û kon, tank û panzer û dagirkerên ku ji 3 beşan pêk dihatin, hatin armancgirtin.

Bi pêşengiya hevrêyê me Welat yekîneya êrîşê ya operasyona Şoreşgerî di demeke kurt de beşa yekemîn a ku dagirker lê bûn hemû xist bin kontrola xwe.

Hemû çeper û konên dagirkeran ên li vê beşe hatin îmhakirin.

Di encama vê çalakiyê de 34 dagirker hatin kuştin.

HPG: Di vê çalakiyê de 3 hevalên me şehîd bûn

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hevrêyên wan Welat, Helmet û Hûseyîn tevî ku di çalakiyê de birîndar bûn heta kêliya talî şerkirin û şehîd bûn

Her wiha doh HPG’ê ragihandin bû li herêma Xakûrkê jî Operasyona Şoreşgerî ya Şehît Ahmed Rûbar û li Metînayê jî çalakiya gerîla ya koordîneyî pêk anî ne.

HPG’ê da zanîn di operasyonên şoreşgerî ya şehîd Ahmed Rûbar de 27 dagirker hatin kuştin hêzên wan çûn ser 17 cenazeyan.

Di operasyona kordîne ya Metînayê de jî 9 dagirker hatin kuştin.

Di demsala zivistanê de dagirkeriya tirk ku nikare teknîkê bikarbîne derbeke mezin li gerîla xwarine û hewildide jimara kuştiyên xwe ji raya giştî re veşêrin.

Wezareta Tirkiyê ku destpêk jimara kuştiyên xwe weke 3 leşker diyarkir herî dawî ragihand ku 12 kuştiyê wan hene.

Lê li gor daxuyaniyên gerîla bi giştî di çalakiyên gerîla 70 dagirker li herêma Zap, Metîna û Xakurkê hatine kuştin.

Demsal li peşiya gerîla nabe asteng: 36 Dagirker hatin cezakirin

Back to top button