Polîsên Tirk cenazeyê şehîd Kanîvar Erdal revandin

Cenazeyê Kanîvar Erdal ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê polîsanên Tirkiyê ve hate revandin.

Kanîvar Erdal ê ji tîma Tabûra Nemiran duh danê sibê li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî û şehîd bû.

Polîsên Tirk cenazeyê Kanîvar Erdal revandin.

Polîsan li malbata şehîd Kanîvar Erdal geriya û ji malbatê xwest ku ji bo testa DNA’ê nimûneya xwînê bidin.

Malbat ji Mêrsînê çûn Enqereyê û ji bo testa DNA’ê nimûneya xwînê dan.

Piştî hevgirtina DNA’ê malbatê ji bo cenaze werbigirin serlêdan kirin.

Lê belê cenazeyê Erdal ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Mêrsînê.

Back to top button