NPG: Çalakî ji aliyê Tabûra Nemiran ve hate kirin

Îro di saetên sibê de li paytexta Tirkiyê Enqerê êrişek pêk hat û dewleta Tirk yekser li ser buyerê girt û ji raya giştî veşart.
NPG’ê derbarê êrişê de daxuyanî da û got: “Ev çalakî tabûra nemiran li dijî qirkirin, êriş û polîtîkayên der mirovî yên dewleta Tirk pêk anîne.”
NPG’ê eşkere kir wê nasnameyên fedayîyên ku ev çalakî kirine rojên pêş eşkere bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel NPG’ê jî daxuyaniyek weşand.

NPG ragihand ku çalakî ji aliyê tîmeke girêdayî Tabûra Nemiran ve hatiye lidarxistin û wiha got:

“Bi taybetî dihat pêşbînîkirin ku ev çalakî di roja vekirina parlementoyê de navendeke komkujî û îşkenceyê, li nêzî parlamentoyê were kirin.

Çalakî tam li gorî plansaziya xwe bê astengî pêk hat.”

NPG’ê diyar kir ku weke her carê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê rastiya encamên çalakiyê ji raya giştî vedişêre û wiha dewam kir:

Divê her kes bizane ku ger endamên Tabûra Nemiran bixwesta, dikaribû encamên pir cuda derxista holê.

Lê belê hilbijartineke wiha bi zanebûn nehat kirin û armanca sereke ev bû;

Armanca gihandina peyamên pêwîst ji bo deverên pêwendîdar û hişyarkirina cidî li ser wan hate kirin.

“Çalakî li dijî êriş û polîtîkayên qirkirinê hate kirin”

Di dewamê de NGP’ê bal kişande ser armanca wan ya ji çalakiyê û got:

Çalakî li ser esasê pêkanînên dijmirovahî û polîtîkayên tecrîdê yên li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê hate kirin.

Her wiha çalakiyeke xweparastinê ye ku bi armanc hişyarkirina komkujî û zextên faşîst ên li ser gelê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk e.

Ger rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê van sûcan bidomîne, wê çalakiyên rewa yên edaleta şoreşgerî jî bidomin

NGP’ê da zanîn ev çalakiya lehengiyê, ji bo bîranîna hevrê Axîn Mûş ku demekê fermandara Tabûra Nemiran bû, û hevreyên pê re şehîd bûn hate lidarixistin û wiha bi dawî kir:

Ev çalakiya mezin û dîrokî ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hatiye kirin.

Em parêzvanên Apoyî yên nemir ên ku ev çalakî li dar xistine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin.”

Back to top button