Saziyên maf û hiqûqê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT dan

Saziyên maf û hiqûqê têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li CPT’ê dan.
Saziyan di serlêdanê de balkişandin ser binpêkirinên ku li îmraliyê têne kirin û ji CPT’ê re gotin: “Divê tavilê hûn erkê xwe bi cih bînin û pêşî li van binpêkirinan bigirin.”

34 mehin Rêber Apo li îmraliyê di bin tecrîdeke giran daye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Tevî gelek serlêdanan jî dewleta Tirk a faşîst bi tu awayî rê nade ku hevdîtin çêbibe.

Ji ber vê yekê saziyên maf û hiqûqê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT dan.

Rêxistinên maf û hiqûqê diyar kirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re li dijî sozên Tirkiyê yên li qada navneteweyî ye.

Di serlêdanê de ji CPT’ê re ev tişt hatin gotin:

“Komîteya we yekane saziya navneteweyî ye ku kariye li Girtîgeha Îmralilyê hevdîtinê bike.

Lê têkîldarî serdana 2022’an tu daxuyanî nedaye.

Tevî ku binpêkirinên hatine tespîtkirin jî bi tu awayî ti pêkanîn li ser Tirkiyeyê nehatiye ferzkirin.

Saziyan di serlêdanên xwe de ev daxwaz ji CPT’ê kirin:

“Bi lezgînî serdana Girtîgeha Îmraliyê were kirin û rapor werin parve kirin.

Parêzer û malbat karibin tavilê biçin serdanê.

Her wiha mafê bikaranîna telefonê bê bi cih anîn.

Astengiya wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.

Her weha CPT rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê eşkere bike.”

Saziyên maf û hiqûqê diyar kirin ku divê tevahî kiryarên dij-mirovî werin bi dawî kirin.

Malbata Rêber Apo ji bo serlêdanê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan

Hemwextî serdana saziyên maf û hiqûqê ji CPT re, malbata Rêber Apo û girtiyên din îro careke din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Back to top button