Asayîşê nasnameya şehîd Îbrahîm Mistefa eşkere kir

Asayîşê bi daxuiyaniyekê nasnameya endamê xwe Îbrahîm Mistefa eşkere kirin û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê li ser şahadeta endamê xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku endamê wan Îbrahîm Mistefa li Kobanê ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

Asayîşê daxuyakirin ku şehîd Îbrahîm endamekî çalak û bi heskirina welat xebat dikir.

Li gorî navendê, nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Îbrahîm Îbrahîm
Navê bav: Mistefa
Nave dayîkê: Zelîxe
Cih û dîroka tevlêbûnê: Baxdik, 04.02.2015
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 11.01.2024

Xelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Egîd re xwest

Her wiha xelkê Kobanê jî berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Egîd Kobanê û sersaxî ji malbatê re xwest.

Şehîd Egîd Kobanê 10’ê Çileya 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Back to top button