Alîkarî wê di deriyê Cehbet El Nusra û dewleta Tirk re derbas bibin

Di bin navê alîkariya xelkê Sûriyê de, zigê çeteyan tê tejîkirin.
Beriya dema derbaskirina alîkariyên navnetewî ya ber bi Sûrî ve bi dawî bibe, careke din dema wê hat dirêjkirin.
Hikumeta Şamê dirêjkirina dema gihandina alîkariyan heta 6 mehan erê kir.
Ev alîkarî jî wê di deriyên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirkiyê de pêk bê.

Beriya ku dema derbaskirina alîkariya bi rêya deriyên sînor ên bi Tirkiyê re bi dawî bibe, hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyê di wan deriyan re, heta 6 mehên din dirêj kir.

Piştî komîteyê nekarî lihevkirinê dirêj bike, havîna sala borî derbaskirina alîkariyan di deriyê sînorê Bab El Hewa re rawestiye bû.

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şandeya hikumeta Şamê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku hikumeta Şamê destûr ji NY’ê re daye ku di deriyê Bab El Hewa re alîkariyê bigihîne bakur rojavayê Sûriyê.

Ev destûr jî heta 6 mehên din ango heta 13’ê Tîrmeha 2024’an dirêj kiriye.

Hikumeta Şamê rê dide derbasbûna alîkariyê di derhegên bin kongrola dagirkeriya dewleta Tirkiyê de.

Lê ji bo dergehê Til Koçer yê li herêma Rêveberiya Xweser astengiyan derdixe.

Deriyê Til Koçerê ji 2020’an ve bi biryara Meclisa Ewlehiyê û vetoya Rûsya û Çînê hatiye girtin.

Ev biryara herdu welatan, bandorê li ser jiyana bêtirî 5 mîlyon kesî dike.

Lê herdu welatên navborî israr kirin ku alîkarî di deriyê Bab El Hewa yê di bin dagirkiriniya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet Nusra berê) de derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê bibe.

Back to top button