Kongra Star jî bi daxuyaniyekê ev kiryar şermezar kir û got: “Em ê ji bo tolhildana her jinekê heta nefesa dawî têbikoşin û berxwe bidin.
Daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi beşdariya koçberên Efrîn, xelkên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn.
Kongra Star got:
“Em cezayê darvekirinê yê li ser her du jinan bi tundî şermezar dikin.
Tirkiyê ji roja roj ve dijminê jinan e û ji bo îradeya wê têk bibe her tişta ji dest tê, dike.”
Kongra Star diyar kir ku Tirkiyê û çeteyên xwe ji 6 salan ve li Efrînê sûc û binpêkirinan dijî xelkê wê pêk tîne, lê kes deng ji xwe dernaxe û wiha pê de çû:
“Ev kiryar vîna me qet lawaz nake, em jî bi her awayî li ber xwe bidin û rê li vê siyaseta qirker û înkarê bigrin.
Em ê ji bo tolhildanê heta nefesa dawî têbikoşin.