QSD’ê li Dêrazorê toreke çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kir

QSD’ê li Dêrazorê toreke çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

“30’ê meha borî, Yekîneyên me yên Teybet YAT bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî operasyonek li bajarokê Mergeda yê Dêrazorê pêk anî.

Mala ku endamên şaneyên terorîst tê de veşartibûn, hat dorpêçkirin.

Di navbera hêzên me û şaneya terorîst de şer derket.

Hêzên me 2 çete girtin û yê din jî piştî xwe radest nekirin hatin kuştin.”

Di operasyonê de gelek çek, bombe û telefon desteserkirin.”

QSD’ê diyar kir ku şaneyê agahî û çek didan çeteyên DAIŞ’ê her wiha bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê buyerên terorîst pêk dianîn.

Back to top button