Li paytexta Kolombiya, bogotayê konferansa navnetewî

Di konferansa ya li paytexta Kolombiyayê de 3 rojan fikrên Rêber Apo hatin niqaşkirin û doh bi dawî bû.
Di encama konferansê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û girtiyên siyasî yên li tevahî cihanê hatin kirin.

Li paytexta Kolombiya Bogotayê konferansek sê rojan bi sernavê “Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê” hate lidarxistin.

Bêtirî 300 kesên ji rêxistinên gelan û tevgerên cuda yên civakî yên ji çar aliyên cîhanê di konferansa navneteweyî de amade bûn.

Li ser paradîgmaya Rêber Apo nîqaş hatin kirin

Di çarçoveya paradîgmaya “Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk” a Rêberê Apo de
nîqaş hatin kirin.

Nûnerên gel û organîzasyonên cuda sê rojan tecrûbeyên xwe parve kirin û pêwîstiya têkoşîna hevpar a ji bo cîhaneke nû destnîşan kirin.

Ji 15 welatan 50 organîzasyon tevlî konferansê bûn û di dawiyê de jî bangeke hevpar hate kirin.

Di konferansê de banga têkoşîna hevpar

Di metna hevpar de hate ragihandin ku bi saya yekîtî û piştevaniya gelan wê kapîtalîzm, nijadperestî, baviksalarî û mêtingeriyê teqez têk bibin.

Her wiha banga kombûna li hev, parvekirina tecrûbeyan hate kirin û hate gotin:

“Em bang dikin ku bi rengekî kolektîf li xwe binihêrin û têkoşîna xwe bikin yek.”

Banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin

Di dawiya daxuyaniyê de banga azadiya fîzîkî a rêber Apo û hemû girtiyên siyasî hate kirin.

Konfiransa li Bogotayê ket roja xwe ya dawî

Back to top button