Li dijî tecrîdakirina Rêber Apo Parêzer , Buroya jin û Kongira Star daxwiyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de jinan bang li civaka Navnetewî kirin ku li dijî tecrîdê têkevin nava liv û tevgerê.
Daxwiyanî îro li Qamişlo hat dayîn.
Jinan di daxuyaniya xwe de tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û got:
“Siyaseta ku niha li dijî Rêber APo tê meşandina , berdewamkirina polîtîkayên qirkirinê ye.
Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê dixwazin Rêber Apo dûrî gel bixin, lê armancên wan pêk nayên.
Ji ber ku gelê herêmê hebûna xwe di fikr û felsefeya Rêber Apo de dibîne.
Ji ber armancên wan neghişt serî , niha cezayê dispilînê li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.”
Aliyana teqez kir ku ev 28 mehin me agahî ji Rêber Apo negirtiye , Cîhan teva li ber vê yekê bêdenge.
Jinan di dawî de bang li Civaka Navnetewî û CPT kir ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û bi erka xwe rabin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê li ser tecrîdê panelek lidarxist