Xelkê Qamişlo sersaxî da malbata her du şehîdan Ciwan Elî û Aya Mihemed

Xelkê kantona Qamişloyê di merasîma de sersaxî ji her du malbatên şehîdan Ciwan Elî û Aya Mihemed xwestin û diyar kir ku ji bo parastina welat girîngî bi hevgirtinê heye.

Konê sersaxiyê li pêş mala Ciwan Elî li taxa Curnik a Qamişloyê hate vedan.

Her du welatî Ciwan û Aya di êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de li ser navê koçberên Efrînê endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman axivî.

Hêvî Silêman diyar kir ku divê cîhan tevahî bizane ku pêkhateyên herêmê li dora rêveberî, destkeftî û nirxên şehîdan civiyane û wiha got:

“Dê gelê me li hember êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelên herêmê berxwedaniyê bike.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kêfo Osman jî axivî û wiha got:

“Hatina me ya vir nûkirina soza me ji bo şehîdan e ku em li ser şopa wan in.”

Merasîm bi xwendina wesîqeyên her du şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

Back to top button