Besam Îshaq: Em li Amerîkayê ji bo Sûriyeke nenavendî xebat dimeşînin

Endamê nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê li Amerîkayê Besam Îshaq destnîşan ku projeya Rêveberiya Xweser bi sîstema civakî ya Amerîkayê hemaheng e û qadên siyasî yên li Amerîkayê dixwazin bêtir vê projê nas bikin.
Her wiha diyar kir ku li Amerîkayê hin alî dixwazin pêşiya karê dîplomasî yê MSD’ê bibin asteng.

Endamê nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê li Amerîkayê û endamê meclisa seroketiyê ya MSD’ê Besam Îshaq destnîşan kir ku ew li Washingtonê hewl didin balê bikişînin ser projeya Rêveberiya Xweser.

Besam Îshaq wiha got:

“Karê dîplomasî ji bo MSD’ê gelekî girîng e, em li Amerîkayê ji bo sûriyeke nenavendî û demokratîk xebat dimeşînin..

Da ku dewleta Sûrî bibe sûriyeke pirreng ku hemû mafê ol û baweriyan nasdike.

“Li Amerîkayê projeya Rêveberiya Xweser bala gelek aliyan dikişîne”

Di Derbarê astengiyên li pêşiya MSD’ê de jî Besam Îshaq ev nirxandin kir:

“Me bi karekî awarte proje ji bo qadên siyasî pênase kir.

Mijar hinekî zehmetbû ji ber wê me nikarîbû hemû xewnên gelê Sûriyê pêk bînin.

Lê li vir jî em dikarin balê bikişînin ser hewldanên dewletên herêmî yên reşkirina projeya Rêveberiya Xweser.

Li ser vê yekê pêşbirk gur dibin, ne pêkan e ew yek bê înkarkirin.

Ji ber wê astengiyên mezin li pêş xebata nûnertiya MSD′ê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdikevin.”

Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi sîstema civakî ya Amerîkayê hemaheng e û qadên siyasî yên li Amerîkayê dixwazin bêtir vê projê nas bikin.

Di dawiya de Îshaq destnîşan kir ku wan bi rêya hevdîtinên bi senatoyên Amerîkayê re ew vexwendin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku ji nêz ve projeyê nas bikin.

Back to top button