Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hemdan El-Ebid têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê axifî. Hemdan El-Ebid nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê da û got: “Hevpeymana Civakî û Konferansa MSD’ê bi xweşa Tirkiyeyê nehat, lewma bê navber êrîş dike.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hemdan El-Ebid têkildarî êrîşên li ser herêmê axivî.
Hemdan El-Ebid di despêka nirxandinê xwe de dazanîn ku dagirkeriya Tirkiyê heta niha xwe li ser dijminatiya kurd û Ereban dide jiyankirin û got:
wiha bahsa êrîşên dewleta Tirk dike:
“Her aliyek ber bi şoreşê ve an jî ber bi Demokratîkbûnê ve diçe, şerê wê dike.”
El-Ebid, dazanîn ku deweleta Tirk bi destê DAIŞ, El Nusra û komên çeteyên xwe nikarîbû planên xwe bibe serî niha bi xwe van êrişan dike.
Hemdan El-Ebid: Pêşketinên Rêveberiya Xweser, bi xweşa Tirkiyeyê nehat
El Ebid yek jî sedemên êriş û hovîtiya dewelta Tirk a vê dawiyê jî wiha şîrovekir:
“Tirkiyeyê di van demên dawiyê de du derbe ji Rêveberiya Xweser xwarin;
Yek pêkanîna hevpeyamana civakî ya nû û erêkirina piraniya kesayatên aktîf ên Sûrî ji vê hevpeymanê re, ya din lidarxistina konferansa çaremîn a MSD’ê bû.
Ji ber wê ne Hevpeymana Civakî ne jî Konferansa MSD’ê bi xweşa Tirkiyeyê nehatin.”
Hemdan El-Ebid bêdengiya Hikumeta Şamê ya li hember êrişan jî şermezar kir û wiha bi dawî kir:
“Pêwîste Hikumeta Şamê li ser destwerdana ku li xaka Sûriyeyê tê kirin dadgeheke navdewletî lidar bixe.
Divê bi alîkariya QSD’ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.
Lê Mixabin diçe dorpêçê li ser du taxên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) û Şehbayê ferz dike.”