Hevpeymana Civakî ya nû ket meryetê

Îro weke Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniya xwe ya dawî da.
Ji navê meclisê bigre heta şêwazê rêveberiyê gelek guhertin çêbû.
Êdî hevpeymana civakî jî îro û pêde bi awayekî fermî ket meryetê.

Hevpeymana Civakî ya nû êdî di meryetê de ye.

Îro endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisê û endamên Meclisa Dadê li ber avahiya Meclisa Rêveber kom bûn û bi 3 zimanan daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Gelan Ferîd Etê û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Gebrîyel Şamûn daxuyanî xwend.

Meclisê diyar kir ku piştî xebatên 2 salan, ji bo berjewendiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo mîsogeriya meşandina kar û xebatan û li gorî pêşniyarên xelkê herêmên Cizîr û Firatê, meclisê hevserokatî erkdar kir ku biryarekê bide ku li gorî wê hevpeymana civakî ji nû ve were sazkirin.

Meclisê destnîşan kir ku biryara jimar 6 a 14 Kanûna 2020’an û li gorî wê, avakirina komîteyekê hat erêkirin ku erka wê ji nûve sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser e be.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“158 endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymanê li Hesekê civiyan.

Di nava wan de nûnerên partiyan, jin, ciwan, pêkhate û kêmneteweyên herêmê hebûn.

Avakirina komîteyeke biçûk ku ji 30 endaman pêk tê, hat erêkirin.

Komîte zêdetirî 6 mehan xebitî û piştre ji bo nîqaşê encamên xebatên xwe ji komîteya berfireh re pêşkêş kirin.”

Meclisê diyar kir ku piştî nîqaşên navbera 4 û 7’ê Kanûnê yên li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê hatin lidarxistin de, forma dawî ya hevpeymanê amade bû.

Piştî vê yekê peyman ji meclisa giştî re hate şandin.

Meclisê dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li ser vê esasê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Hevpeymana Civakî ya nû ragihand.

Foza Yûsif: Me weke gelê herêmê îradeya xwe danî holê

Back to top button