Li Xeza jimara Filistîniyên hatîn kuştin gihişt 18442’an

Li nava Xezayê rewşa heyî ne li gorî hêzên şer ker e.
Îsraîl ji bo tinekirina Hemasê her cure planan pêk tîne.
Herî dawî çapemeniya Amerîka îdia kir ku Îsraîl ji bo tunelên Hemasê bêkêr bike, ava ji nava deryayê tîne û berdide tunelan.
Di vê navberê de, jimara filistîniyên li şerîda Xezayê hatine kuştin gihişt 18 hezar û 442’an.
Her wiha 2 qatê wê jî birîndar in.

Li nava Şerîda Xezayê şereke dijwar pêk tê.

Îsraîl ji bo di zutirîn demê de bigihêje armancê xwe, bi her awayî êrişên xwe pêk tîne.

Ji ber şerê navbera Îsraîl û Hemasê heta niha jimara Filistîniyên hatine kuştin gihiştiye 18 hezar û 442’an.

Her wiha ji van 8 hezar zarokin.

Di wextekî 50 hezar û 100 kes birîndar de, ji nêzî 8 hezar kesî jî agahî nayê girtin.

Îsraîl: 105 leşkerên me li şerîda Xeza mirin e

Li gorî daneyên ku doh ji aliyê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ve hatin weşandin;

Ji 105 leşkerên Îsraîlî yên ku heta niha di operasyona bejayî ya li dijî Şerîda Xazayê de hatibûn kuştin, 20 jê di encama qezayan de mirin e.

WSJ: Îsraîl ava deryayê ber dide tunelên Hemasê

Rojnameya Wall Street Journal îdîa kir ku Îsraîl ava deryayê berdide nava tunelên Hamasê yên li Şerîda Xezeyê.

Wall Street Journal nûçeyek weşand û agahiyên xwe spart rayedarên Amerîkî yên ji aliyê operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ve têne agahdarkirin.

Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ava deryayê berdide nava tunelên Hemasê yên li Xezeyê.

Li gorî nûçeyê, operasyonê meha derbasbûyî destpê kir û dibe ku bi hefteyan dewam bike.

ABC jî nûçeyek weşand ku vê agahiyê piştrast dike û ragihand ku Îsraîl ji bo bibîne bê ev stratejiya wê çiqasî bi bandor e, niha di asteke sînorkirî de dike.

Pisporên hawirdorê hişyarî da ku biryareke bi vî rengî wê ji bo dema dirêj bandorê li peydakirina ava vexwarinê ya xelkê Şerîda Xezeyê bike.

Joe Biden: Îsraîl piştgiriya cihanê di mijara Xezayê de winda dike

Back to top button