WHO: Şerê li Xezeyê ji bo tenduristiyê bûye felaket

Şerê li Xezayê ji bo tenduristiyê bûye felaket.”
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Ghebreyesûs bi vê axaftinê rewşa şerê li Xezayê pênase kir.
Di vê navberê de, jimara Filistîniyên li xezayê hatine kuştin nêzî 18 hezarî bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO’yê li ser şert û mercên tenduristiyê yên li Filistînê rûnişteke awarte lidar xist û ragihand ku sîstem têk çûye, doktor bi karekî ‘nepêkan’ re rû bi rû ne.

Serokê Rêxistina WHO Tedros Adhanom Ghebreyesûs di destpêka civîna li Cenevê pêk hatî de axivî û got:

“Bandora şer a li ser tenduristiyê di asta felaketê de ye.

Her gavê hîn bêhtir mirov li qadên biçûk têne bicihkirin, li gel qelebalixiyê, kêmasiya xurek, av û stargehê, zemîn ji belavbûna nexweşiyan re têne afirandin.”

Serokê WHO’yê hişyarî da ku rewş dikare hîn bêhtir nebaş bibe û bi zivistanê re nexweşiyên şewbê belav bibin.

Ghebreyesûs ev tişt anî ziman:

“Sîstema tenduristiyê ya Xezeyê têk çûye.

Jimara filistîniyên li xezayê hatine kuştin nêzî 18 hezarî bûye

Ji 36 nexweşxaneyan tenê 14 jê bi kapasîteyekê dixebitin û du ji wan jî li bakurê herêma peravê ne.

Li gorî rayedarên Îsraîlî di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de piraniya wan sivîl hezar û 200 kes hatin kuştin, nêzî 240 kes jî hatin revandin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî di bombardûmana Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê piraniya wan sivîl zêdeyî 17 hezar û 700 kes hatine kuştin.

Serokê WHO’yê got, “Xebatkarên tenduristiyê di nava şert û mercên bêderfet û di nava şer de dixebitin.”

Qeter û Urdin: Dibe ku herêm radîkaltir bibe

Nûnerên Qatar, Urdun, Filistîn û Neteweyên Yekbûyî (NY) di Foruma Dohayê ya ku li paytexta Qeterê hat lidarxistin de derbarê şerê Îsraîl-Hamasê de daxuyanî dan.

Qatar got, nifşek li Rojhilata Navîn ji ber şerê Îsraîl û Hemasê di bin xetereya radîkalbûnê de ye.

Ji aliyê din ve Urdun, Îsraîl bi çêkirina nefreta ku wê demeke dirêj bandorê li Rojhilata Navîn bike, tawanbar kir.

Back to top button