Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Fatma Xelîl got, Di peymana civakî de tevahî beşên civakê rola xwe di rêvebirinê de dilîzin.
Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî 4′ê Kanûnê dest amadekariyên reşnivîsa Peymana Civakî kiribû.
Piştî xebata 4 rojan reşnivîs hatibû amadekirin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gitşî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Xelîl ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivî û got,
Peyman wê pirsgirêkên di mîsaqa bingehîn a Rêveberiya Xweser de nehatin vegotin, çareser bike.
Fatma Xelîl anî ziman ku peymana civakî ya nû armanc dike ku sîstemeke nenavnedî ya rêveberiyê were avakirin ku tevahî civak û pêkhateyên wê rola xwe di rêveberiyê de bilîzin.
Li gorî lihevkirin û erêkirin a ji aliyê endamên komîteyê ve, hinek bendên peymanê hatin rakirin û hinek hatin guhertin.
Fatma bal kişand ku di peymana civakî de bendên taybet ji aliyê Koordînasyona Jinan, Meclisa Jinan û Edaleta Civakî ve hatin sazkirin hene û hin bendên ku Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî nûnerê rewşa yê tevahî jinan were naskirin, pejirand.
Fatma Xelîl: Bendên ji bo parastina mafê zarok û jinan hatine zêdekirin
Fatma got, di peyamê de bendên girêdayî parastina mafên zarok û jinan û avakirina saziyên têkildarî parastina wan hatin zêdekirin.
Komîteyê reşnivîsa peymana civakî pêşkêşî Meclis Giştî ya Rêveberiya Xweser kir da ku erê bike û bibe destûrekî fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê peyman ji aliyê piraniya meclisên gelan ên rêveberî û endamên wê ve bê erêkirin.