HPG’ê li dijî nukerekê ku xizmeta dagirkeriyê dikir çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekirin:
11’ê Cotmehê gerîlayan li herêma Maden a Şirnexê li dijî nokerê bi navê Suleyman Balunmez çalakî pêkanîn.
HPG’ê diyar kir ku Suleyman Bolunmez hemû îhaleyên qerqolên ku li herêma Cûdî bên çêkirin û tên çêkirin girtiye, heman demê yek ji kesên ku li Şirnexê xebatên sîxûriyê dike ye.
Ji bo wê jî li hember wî çalakî hatiye kirin û bi giranî birîndar bûye.
30’ê Cotmehê artêşa dagirker gundê Ergenê Herêma Garê bombe kiriye.
Di encam bombebaranê de şewat li herêmê derketiye û hîn jî didome.
Heman rojê jî devera Kêste ya girêdayî Herêma Metînayê û devera Sîda û Çemço ya Herêma Zapê bi balafirên şer hat bombebaran kirin.
HPG’ê diyar kir ku di van êrîşande tiştek bi gerîlayan ne hatiye.