HDK’ê dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kir

Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê starta pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê, têkoşîna hevpar a gelan’ da. Hevberdevka HDK’ê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan welat dike qrîzan.

Civîn li navenda xwe ya giştî ya li Taksîma Stenbolê pêk hat.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz di nav de, gelek kes di civînê de amade bûn.

Di civînê de Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî û bal kişand ser kûrbûna qrîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û got, tecrîda li ser Rêber Ocalan welat dike qrîzan.

Ûgûrlû, derbarê pêngava ku dan destpêkirin jî got pêngava wan ne kampanya ye û wê bê navber bê domandin.

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû ku girtî ye jî ji girtîgehê peyameke şand û destnîşan kir ku bedêla şer gel didin.

Back to top button