KCK’ê bi daxuyaniyekê meşa mezin a Kolnê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo meşa li bajarê Kolnê hate lidarxistin, peyameke pîrozbahiyê weşand û got: “Em her kesên ku ked dane vê meşa bi heybet ji dil pîroz dikin.
Bi meşa Kolnê re pêngava azadiyê derbasî qonaxeke nû bûye.
Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve pêngavên azadiyê wê li her derê, hîn girseyî bibe bighije milyonan.”

Duh li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi beşdarbûna bi hezeran Kurdistanî û dostên wan, meşek dîrokî hat lidarxstin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo vê meşa bi heybet peyameke pîrozbahiyê weşand.

KCK: Bi meşa Kolnê re pêngava Azadiyê derbasî qonaxeke nû bûye

KCK’ê diyar kir ku bi meşa Kolnê re pêngava azadiyê ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir derbasî qonaxeke nû bûye û got:

“Di çarçoveya pêngavê de di 17’ê Sibata 2024’an de li bajarê Kolnê meş û mîtîngeke mezin hate lidarxistin.

Bi banga rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd, bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve meşiyan.”

KCK: Em her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin

KCK’ê anî ziman ku ew vê mîtînga bi heybet silav dikin, gelê xwe yê welatparêz ê tevlî mîtîngê bûye û her kesên ku ked dane ji dil pîroz dikin û wiha pê de çû:

“Dost, jin, ciwanên enternasyonal ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî radibin, pêşengiyê ji pêngava azadiyê re dikin hemûyan pîroz dikin.

Ew helwesteke gelekî girîng, gelekî bi wate nîşan didin.”

KCK: Divê em bi beşdariya milyonan pêngavê bighînin serkeftinê

KCK’ê diyar kir ku bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re pêngava azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve pêngavên azadiyê wê li her derê, li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe.

Em bang li gelê xwe, dost, jinan, ciwanan û her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin.

Her wiha hewl bidin di çarçoveya pêngava azadiyê de li her derê bi milyonan mirovan bigihînin hev û pêngavê bigihînin serketinê.”

Peyama KCK’ê û KJK’ê ji bo mîtînga Kolnê

Back to top button