Yekitiya Parêzeran a Reqayê bi daxuyaniyekê got “Divê têkiliyên me bi hemû hêzên şoreşger ên cîhanê û rêxistinên mirovî û hiqûqî re xurttir bin da ku em ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan zexteke bibandor bikin.”
Yekitiya Parêzeran a Reqayê, derbarê komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan de li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê daxuyaniyek da.
Parêzeran di daxuyaniyê de komplo şermezar kirin û diyar kirin ku bi dîl girtina rêber Apo, hewl dan çirayên azadî û edaletê vemirînin.
Parêzeran soza şopandina rêya Rêbertî û felsefeya wî dan û piştrast kirin ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan ew ê têkiliya xwe bi rêxistinên mirovî û hiqûqî re çalaktir bikin.
Navenda Pargîn a li herêma Koçerat komplo şermezar kir
Navenda Pargîn a kelepûr û kevneşopiyan a li herêma Koçerat jî bi daxuyaniyek komplo 15’ê Sibatê ermezar kir.
Navendê diyar kir ku bi fikir û felsefeya rêberê jiyana azad, ew ê têkoşînê xwe mezintir bikin.