Dagirkeran li navçeya Cindirêşê ya Efrînê sivîlek birîndar kir û 3 sivîl jî revandin

Li Efrîna dagikirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlek birîndar kirin û 4 sivîl jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku duh li ser rêya di navera gundên Hêkiçê û Qermitliq yên Cindirêsê, çeteyan gule li erebeyek sivîlan reşand.

Li gorî rêxistinê çeteyan şêniyê bi navê Ebdo Tane (19) yê ji gundê Hêkiçê birîndar kir.

Her weha, sê sivîlên ku di erebeyê de bûn, ên bi navê Arif Delo (33), Mihemed Şêx Henan (38) û Welîd Miho(50) yên ji heman gundî jî revandin.

Dagirkeran li navçeya Bilbilê sivîlek revand û bi giranî êşkence kir

Li navçeya Bilbilê jî, çeteyan şêniyê bi navê Hemze Hemo (30) yê ji gundû Ze’irê زعره revand.

Rêxistinê da znîn ku piştî sê rojan ku hat êşkecekirin çeteyan ew berda.

Back to top button