MSD’ê Derbarê nenavedîbûn û nasnameya neteweyî de li Hesekê komxebatek li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) komxebatekek li Hesekê lidarxist. Komxebat li ser girîngiya nenavendîbûn û nasnameya neteweyî ya yekbûyî a Sûriyê pêk hat. Hevseroka MSD’ê Emîne Omer li komxebatê qala çareseriya aloziya Sûriyê û rola nenavendîbûnê kir. Her wiha MSD’ê li Helebê jî derbarê sedem û armancên hewldanên lihevkirina Tirkiyê û Hikûmeta Şamê de komxebatek li dar xist.

Di çarçoveya xebat û amadekariyên ji bo lidarxistina kongreya hêz û kesayetên demokratîk ên Sûrî, Meclisa Sûriya Demokratîk komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.

Komxebat di bin navê “Nenavendîbûn û nasnameya neteweyî ya yekbûyî” bi amadebûna 30 kesayetên siyasî, rewşenbîr û nûnerên saziyên sivîl hate lidarxistin.

Di komxebatê de du mijarên sereke, nenavendîbûn û nasnameya neteweyî hatin nîqaşkirin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer nerîna MSD’ê ya derbarê nenavendîbûnê de bi beşdaran re parve kir.

Emîne Omer behsa destpêka damezrandina dewleta Sûrî û koka nenavendîbûnê li Sûriyê kir û wiha got:

Sûriyê gelek tecrûbeyên wê yên pêkanîna nenavendîbûnê heye, ji destpêka damezrandina wê ya federal heta federaliya wê ya bi Misirê re.

Nenavednîbûn li Sûriyê ne rewşeke awarte ye, bingehên wê yên rewa, fermî û civakî hene.

Siyasetmedar Mihemed Salih Ebdo jî li ser nasnameya neteweyî ya yekbûyî axivî.

Mihemed Salih Ebdo got ku nasnameya neteweyî ya yekbûyî armancên gel li ser asta hundir û derve diyar dike, bingehên parastina wan ava dike û edaletê pêk tîne, her wiha rengê rêveberiya wî welatî diyar dike.

Di dawiya komxbatê de niqaş hatin kirin û nerîn û pêşniyarên beşdaran hatin girtin.

‘Armanc ji hewldanên lihevkirina Enqere û Şamê têkbirina projeya demokratîk e’

Buroya Têkiliyan a MSD`ê li Helebê jî panelek derbarê hewldanên lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Şamê de li dar xist.

Endamên aziyên sivîl, partî û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ehmed El Leban axivî û got: “Aliyên Soçiyê li ser hesabê aliyê ku xwedî çareseriyeke giştî ye li hev kirin, ji ber wê dewleta Tirk hewl dide têkiliyan bi Şamê re pêş bixe.

Ew armanc dikin projeya demokratîk a li herêmê tune bikin. ”

Di dawiyê de beşdaran nîqaş û nirxandinên xwe kirin.

Beşdaran diyar kir tenê bi diyalgolê wê çarenûsa gelê Sûriyê diyar bibe.

Rêveberiya Xweser ji ber ku xwedî projeyeke girîng e, dê gelê Sûriyê ji xeteriyan xilas bike, divê serkêşiya van diyalogan bike.

Back to top button