Jin û zarokên DAIŞ’î êrişî nûçegihanê me Silêman El-Tawîl kirin

Careke din rûyê rastiya metirsîdar ya li Kampa Holê derket.
Jin û zarokên DAIŞ`ê êrişî tîma me ya Operasyona “Mirovî û ewlehiyê” dişopînin kir.
Nûçegihanê me Silêman El Tawîl birîndar bû.

Tîma me ya Ronahî Tv li Kampa Holê ji bo şopandina oparasyonê hewil didan karê xwe bikin.

Di vê demê de, jinan û zarokên DAIŞ`î yên di beşa pêncan a kampê de, kevir avêtin rojnamevanan û bi amûrên tûj êrişî wan kir.

Di encamê de nûçegihanê me Silêman El Tawîl birîndar bû.

Ji ber êrişa DAIŞ’iyan Silêman ji destê xwe birîndar bû

Silêman ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li kampê hate dermankirin.

Rêveberiya Ronahî Tv diyar kir rewşa nûçegihanê me başe û wê ji bo şopandin û derxistina rastiyan karê xwe hîn baştir bikin.

Li kampa Holê qonaxa 3’emîn a operasyona “Mirovî û Ewlehî” hat ragihandin

Back to top button