Nordic Monitor: Serçeteyê Qaîde li Tirkiyê li jêr parastina Erdogan e

Hevkariya dewleta Tirk bi komên çete û tundrewan re, êdî nema tê veşartin.
Herî dawî malpera Nordic Monitor a Swêdî eşkere kir, ku Serçeteyê Qaîde li Tirkiyê, bi azadî li jêr parastina Erdogan dijî û yê dawî hemû lêpirsînên derbarê Qaîde li Tirkiyê dan rawestandin û alîkariya çeteyan di çûn û hatin û kirîna çekan de dikir.

Serçeteyê Qaîde li Tirkiyê, bi azadî, di bin parastina Erdogan de dijî.

Ev yek di rapora malpera Nordic Monitor a Siwêdî de hat eşkerekirin.

Malpera Siwêdî di rapora xwe de dibêje, Enqere çavê xwe li lêpirsînên bi fermandarê Qaide li Tirkiyê girt û alîkariya wî kir ku derbasî herêma di bin dagirkeriya dewleta Tirk a li Idlibê de bibe.

Li gorî raporê, Mûsa Ebû Cafer ku bi navê Ebû Sumeya jî tê naskirin û navê wî yê rast “Mûsa Olçaç” e, li ser lîsteya dozgerê giştî yê Tirkiyê bû û sala 2011’an li Pakistanê, tevlî refên Qaîdayê bûbû.

Piştî lêkolînan, eşkere bû ku serçete Ebû Cafer pêwendî bi çekdarên li Tirkiyê re dikir û derketina wan ji Tirkiyê bo derve hêsan dikir.

Nordic Monotor teqez dike ku Ebû Cafer alîkariya gelek çeteyan kiriye da ku tevlî Qaide û DAIŞ li Sûriyê bibin, her wiha şaneyek li Misirê jî ava kir.

Tevî dîroka xwe ya tundrew jî, Hikumeta Erdogan rê li ber lêpirsîna derbarê Ebû Cafer girt û çileya 2014’an hemû lêpirsîn derbarê Qaîdayê de rawestandin.

Hikumeta AKP nedixwest çete û tundrew bikivin zindanan, da ku wan di planên xwe yên dagirkirinê de bi kar bîne.

Bi destpêkirina şerê li Sûriyê re, Mîta Tirk bi serokatiya Hakan Fidan, alîkariya terorîstan di çûn û hatin û kirîna çekan de dikir, da ku li dijî hêzên hikumeta Şamê şer bikin.

Malpera Siwêdî dide xuyakirin ku Di despêka şerê li Sûriyê de, Ebû Cafer berê xwe da Idlibê û baregeheke operasyonan li herêma di bin dagirkiriya dewleta Tirk de ava kir.

Malpera Nordic Monitor, gelek raporên bi belge belav kirin û tê de hevkariya Mîta Tirk bi çeteyên Qaîde û DAIŞ’ê re eşkere dibe.

Yek ji van raporan, behsa berdana 3 serçeteyên DAIŞ’ê ku guman heye tiliyên wan di êrîşa li ser balyozxaneya Fransa li Enqereyê de hebin, dike.

Back to top button