Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Me 3 êrîşên asîmanî li ser komên Wîfaqê pêk anîn

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê 3 êrîşên asmanî li dijî hin deverên komên çekdar ên hikuemta Wîfaqê pêk anîn û jimarek alavên wan ên leşkerî teqandin.

Ji bo nîqaşkirina vê rewşê jî, îro welatên Afrîkayê xebatên lûtkeya xwe ya 33’an di roja 2’an de li Addis Ababayê dewam dikin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku serê vê sibê parastina asmanî 3 êrîşên giran birin ser komên hikumeta Wîfaqê yên li bajarê Misratayê, di encamê de jimareke erebeyên wan ên leşkerî hatin teqandin.

Li gorî daxuyaniya artêşê, ev ererb berî çend rojan ji navenda bajêr ber bi deverên Zemzem, Cefra û Ebû Qirên ve çûbûn.

Piştî Terablusa paytext, ev 2 meh in şerekî mezin navbera Artêşa Niştimanî û çekdarên Wîfaqê li bajarê Misratayê rû dide.

Her çi qasî herdu aliyan soza agirbestê dabûn, li gel hewldanên civaka navdewletî ji bo pêkanîna wê jî, tê payîn Misrata bibe eniyeke din a şer.

Şandeya NY ya bo Lîbyayê duh gera yekemîn a danûstandinên Lîbî-Lîbî li Cinêvê bi pêkanîna agirbestê bi dawî kir û 18 Sibatê jî weke dema gera duyemîn pêşniyar kir.

Aloziya Lîbyayê
Yekîtiya Afrîkayê, xebatên xwe di roja 2. de dewam dike

Di heman çarçoveyê de, duh Yekîtiya Afrîkayê di lûtkeya xwe ya 33’yan li paytexta Etyopya Addîs Ababayê li dar xistibû de, çareseriya aloziya Lîbyayê bi rawestandina destwerdanên derveyî ve girêda.

Ji aliyê xwe ve, serokê Misirê el-Sîsî banga hêzeke Afrîkî ji bo rûbirûkirina terorê li giştî parzemîna Afîrkayê kir.

Weke tê zanîn, îro jî lûtke xebatên xwe yên roja duyemîn dewam dike..

Back to top button