Serê vê sibehê, teqîneke mezin li bajarê Efrînê rû da.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê erebeyek teqemeniyê li ser riya Raco a navenda bajarê Efrînê hat teqandin..
Navenda belgekirina binpêkirina li Bakurê Sûrî diyar kir ku di encama teqînê de, 8 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Heta niha jî ti aliyekî ev teqîn negirtiye ser xwe..