Li Myanmarê rêveberiya derbeyê wê mehê 5 hezar jin û mêr bike leşker

Li Myanmarê rêveberiya derbeya leşkerî seferberî ragihand.
Hat ragihandin wê ji meha Nîsanê û pêde wê her meh 5 hezar jin û mêr bibin leşkeriyê.
Hikumeta Yekîtiya Netewî yali dijî rêveberiya leşkerî bang li gel kir ku li gorî bîryara seferberiyê tevnegerin.

Sibata sala 2021’ê li Myanmarê derbeya leşkerî pêk hatibû û artêşê dest danî ser rêveberiyê.

Piştî derbeyê li welat aloziyê dest pê kiribû û komên li dijî derbeyê zêdeyî nîvê xaka welat xistibûn bin kontrola xwe.

Li ser vê yekê rêveberiya leşkerî di hefteyên derbasbuyî de seferberî ragihand.

Artêşa Myanmarê têkildarî vê yekê daxuyanî da û ragihand wê salê 60 hezar kesî bibin eskeriyê.

Li gorî daxuyaniyê wê ev bîryar meha Nîsanê bikeve meriyetê û her meh 5 hezar jin û mêr wê bikin esker.

Di çarçoveya seferberiyê de mêrên ku temenê wan di navbera 18 û 35 û jinên temenê wan di navbera 18 û 27 wê 2 salan eskeriyê bikin.

Piştî ragihandina seferberiyê berdevkê artêşê daxuyanî da û diyar kir 14 mîlyon welatiyên ku bikaribin eskeriyê bikin hene.

Hate diyar kirin li dijî vê bîryarê pirraniya ciwanan hewl didin ji welat birevin an jî beşdarî komên çekdar bibin.

Hate ragihandin yên ku ji seferberiyê birevin wê heta 3 sal û nîv cezayê girtîgehê li wan bê birîn.

Hikumeta Yekîtiya Netewî ku komên berxwedêr yên li dijî rêveberiya leşkerî avakirine bang li gel kir ku li gorî bîryara seferberiyê tevnegerin.

Tê diyar kirin hejmara artêşa Myanmarê derdora 400 hezar e.

Li gorî Enstutiya Aştiyê ya Amerîkayê ku navenda wê li Washingtonê ye di şerê navxweyî yê welat de 21 hezar esker mirine, birîndar bûne û reviyan e.

Back to top button