Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhlatê Sûriyê, Nazira Gavriye li Swêdê tevlî civîneke parlementerên partiyên siyasî bû û li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê daxuyaniyek da.
Hevseroka Kantona Cizîrê serdana Parlementoya Swêdê kir û li ser rewşa dawî li Bakurê Sûriyê agahî da parlementeran û bersiva pirsen hatin raberkirin, da.
Nazîra Gavriye bal kişand ser zext û koçberkirina bi darê zorê û got, yên herî zêde ji van şeran mexdûr dibin Asûrî-Suryanî ku nikarin dengê xwe biginînin.
Gavriye destnîşan kir ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Asûrî-Suryanî peymanek civakî îmze kirine û mafê xwe xistin gerantiyê.
Nazîra Gavriye diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe li ser bakurê Sûriyê dixwaze kêmnetewên li herêmê tine bike û paqijiya etnîkî pêk bîne.
Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser, Nazira Gavriye daxwaz ji hemû partiyên siyasî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.