Nebin alîgirê dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber Apo

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li Strasboûrgê bi meşekî tecrîd şermezar kir û got:”Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye. Rêbertiya me xeta me ya sor e.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK – E) doh êvarê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku saziyên Ewropayê (PE, KE, CPT û DMME) lê ne, meşek lidarxist.

Meşa ku li qada Kleberê ya bajêrê Strasbûrgê destpê kir, heta qada Nobeda Azadiyê ku 12 sal in li ber saziyên Ewropayê li hev dicivin, domiya.

Li vir Hevberdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat û endama TJK-E Selma Surer daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nayê pejrandin.

Her wiha jî bang li saziyên Ewropayê kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de nebin alîgirê sûcên li dijî gelê Kurd.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Li Almanya ji bo Rêber Apo qert hatin şandin

Back to top button